Li Kobanê 2 cureyên gubreya xwezayî hatin hilberandin

Komîteya Ekolojiyê ya Kobanê 2 projeyên hilberandina gubreya xwezayî pêk anîn û destpêka biharê dê li cotkaran belav bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Ekolojiyê ya Kobanê di encama lêkolînan de cureyên gubreyê yên xwezayî hilberandin. 

Yek ji wan gubreya ‘torb’ e.

Ev gubre demsala payîzê ji bermahiyên giha û pelên daran çêkirine. Sûdê li axê dike û piştî avdanê ax zû bi zû ziwa nabe.

Komîteyê ev gubre li şitilgehan tecrube kiriye û destpêka biharê dê li cotkaran belav bike.

Cureya dîtir jî gubreya ‘fêrmî kambust’ e. Ev gubre ji kurman çêdibe.

Komîteya Ekolojiyê cureyên taybet ên kurman bi bermahiyên malan û çandiniyê xwedî kirin.

Piştre ev kurm gubreyeke xwezayî hildiberînin û ji bo şitilgeh, sebze û daran tê bikaranîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye