Li Hindistan û Nîjeryayê lehî rabûne. Rayedarên herdu welatan ragihandin ku heta niha 230 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 300 kesên din birîndar bûne û bi milyonan koçber bûne.
Li Hindistanê 30 qurbanî
Li çend eyaletên bakur-rojhilatê Hindistanê li gor daneyên demjimêrên dawî, ji ber lehiyan, herî kêm 30 kes mirine.
Her wiha ev lehiya dijwar bû sedema krîz û derengketinê di torên veguhastinê de. Gelek ziyan gihane binesaziya bajarê Mombaî û malên welatiyan.
Li aliyekî din, Artêşa Hindistanê ragihand ku wan operasyoneke rizgarkirinê ya berfireh li eyaleta Manîpurpê pêk anî û bi sedan kes bo deverên ewletir, veguhestin.
Desteya Meteorolojiyê ya Hindistanê texmîn dike ku ev lehî çend rojên din jî dewam bike û hişyarî da welatiyan ku di dema barana dijwar de, hewl bidin zêde tevger nekin.
Li Nîjerya 200 qurbanî û bi milyonan koçber
Li Nîjeryayê jî ku salane lehiyên giran çêdibin û bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin, carek din heman sînaryo dûbare bû.
Du roj in, li bajarê Moko ya naverasta Nîjîrya ku yek ji mezintirîn dewletên Afrîqya ye, lehiyek mezin rabûye.
Rayedarên Nîjeryayê ragihandin ku hejmara qurbaniyên lehiyên ku li eyaleta Nîjerê ya li bakur-navendî ya Nîjeryayê çêbûn, gihîştiye 200 kesî.
Ajansa Rewşa Awarte ya Eyaleta Nîjerê got ku baranê li sê deveran herî kêm 500 xanî wêran kirine, bi milyonan kes koçber bûne û metirsiya zêdebûna birçîbûnê heye.
Di sala 2024’an de dîsa lehî rabûn û di encamê de nêzî 1200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Pispor bawer dikin ku ev lehî ji encama guherîna avhewayê ne.
Ebîr Muhamed