Rêberê rohî yê Durziyan Hikmet El Hecerî daxwaz dike Sûriyek nenavendî bê avakirin, ku mafê hemû welatiyan têde parastî be.
Rêberê rûhî yê Durziyan li Siwêdayê Hikmet El Hicrî daxuyaniyek da û got: ‘Em li ser pirensîbên xwe yên hemwelatîbûna hevbeş mane û em ê berdewam bin’.
Hikmet El Hicrî daxwaz kir ku destûreke nû bê danîn, ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê têde bê parastin û sûriyeke nenavendî û demkratîk bê avakirin.
Hikmet El Hicrî da zanîn ku divê jiyana tevahiya welatiyên Sûriyê parastî be û got:”Nabe sûrî hevdû bikujin”.
Rêberê rûhî yê Durziyan ragihand ku wê cejna qurbanê îsal tenê di çarçoveya merasîmên olî de, bê pîrozkirin û tu aheng nayên sazkirin.