Merasîma şîna Îmam Huseyn li Kerbelayê bi dawî bû

Merasîma şîna Îmam Huseyn îro li Kerbelayê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şîeyên li Îraq û cîhanê çiliya şehadeta Îmam Huseyn li Kerbelayê bi bîr anîn û piştî nimêja dawî û ziyaretkirinê, qonaxa dawî ya şînê bi dawî bû.

Di vê navberê de, pêvajoya vegerandina ziyaretkaran bo bajarên din ên Îraqê û derveyî welêt dest pê kiriye û berdewam dike.

Ofîsa serokwezîrê Îraqê jî ragihand ku ji roja duşemê ve zêdetirî 20 milyon ziyaretkaran serdana Mezargeha Îmam Huseyn li parêzgeha Kerbelayê kirine.

Her sal jî bi milyonan Îraqî û biyanî beşdarî vê Merasîmê dibin, ku fişarê li binesaziya hikûmeta Îraqê, planên ewlehiyê û xizmetên wê dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye