Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê têkildarî binçavkirina 7 DAIŞ’î li bajarê Silêmaniyê û derdora wê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêveberiya Giştî ya Operasyonan ya Asayişê, 7 DAIŞ’î ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve derbarê wan de biryara girtinê di çarçoveya Madeya 4 ya Terorê de heye, li bajarê Silêmaniyê û derdora wê ku xwe veşartibûn, ji aliyê hêzên wan ve hatin binçavkiri.
Her wiha îro radestî aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Federal ya Iraqê hatin kirin.