Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi serdaneke fermî gihîşt Îranê û li Koşka Sedabad a li Tehranê, ji aliyê Serokkomarê Îslamî yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve hat pêşwazîkirin.
Berdevkê hikûmeta Îraqê ragihand ku armanca serdana Elî Zeydî gotûbêjkirina li ser komek hevtêgihîştinên aborî û hevkariya hevbeş a di warên veguhestin, pîşesazî û darayî de ye.
Elî Zeydî ji aliyê Mesûd Pezeşkiyan ve hat pêşwazîkirin
Lê medyayên cîhanî beşek ji nihênî û gotûbêjên sereke yên li pişt deriyên girtî yên di navbera Zeydî û Mesûd Pezeşkiyan de eşkere kirine.
Armanca sereke ya serdana Elî Zeydî ya ji bo Tehranê, dîtina hevsengiyê ye di navbera Washington û Tehranê de.
Serokwezîrê Îraqê di civîna hefteya borî de ya digel Donald Trump, daxwaza nameyeke rasterast ji bo Tehranê kiribû.
Her çend Trump nameyeke fermî neşandiye, lê glopa kesk ji Zeydî re vêxistiye.
Tê gotin ku Trump dixwaze Elî Zeydî pêşniyara mêvandariya guftûgoyên Îran û Amerîkayê bixe ber destê Pezeşkiyan da ku rêyeke ji bo aramiya herêmê veke.
Medyayên Cîhanî: Serdan ji bo hevsengiya di navbera Washington û Tehranê ye
Ji aliyekî din ve, her çend berê berdevkê hikûmeta Îraqê ragihandibû ku pirsa bêçekkirina koman pirseke navxweyî ya Îraqê ye, wê nebe mijara nîqaşên derve.
Lê medyayan eşkere dikin ku Elî Zeydî ji berpirsên Îranê re gotiye ku piştî 30’ê Îlonê, ew rê nedin mayîna çekan li dervayî çarçoveya dewletê.
Zeydî dixwaze Îran komên çekdar pabendî wî wextî bike ku ji bo wan hatiye diyarkirin.
Tê gotin ku Bexda ji bo kontrolkirina van koman ji aliyê Washigtonê ve di bin fişareke tund de ye.
"Îraq dixwaze pêşniyara Amerîkayê bighîne Tehranê"
Armanceke din a Serokwezîrê Îraqê ji bo Îranê, piştrastkirina Tehranê ye li ser rêkeftinên aborî yên digel Amerîkayê.
Ji aliyeke din weke tê zanîn baskên tundrew ên di nav Îranê de bi tundî ji civîna Zeydî û Trump hêrs bibû.
Ji ber vê yekê, yek ji armancên veşartî yên Zeydî piştrastkirina Pezeşkiyan bû ku ew bi dehan rêkeftinên aborî û bazarganiyê yên digel Amerîkayê hatine îmzekirin, ji bo dorpêçkirin an lêdana Îranê nayên bikaranîn.