Li gorî çavkaniyên herêmî, yekîneyên ewlehiyê yên Iraqê operasyoneke serkeftî li parêzgeha Babilê (başûrê Bexdayê) pêk anîn. Di vê operasyonê de şaneyeke nehênî ya ku ji sê kesan pêk dihat hat hilweşandin.
Çavkanî diyar kir ku ev şaneya çekdar di warê teknîkî û çêkirina balafirên keşfê de perwerde dîtibû.
Her wiha hat ragihandin ku endamên şaneyê rasterast bi kesayetên îranî re di nava peywendiyê de bûn û amadekariya êrîşên li dijî welatên cîran dikirin.
Di dema girtina wan de, dest li ser gelek amûrên leşkerî û parçeyên dronan de hat girtin.
Pirsyarî û lêkolînên ligel gumanbaran hîn jî berdewam dikin.