Li gorî daxuyaniya fermî ya ajansa Îstixbaratê, operasyonê di encama çavdêriya nêzîk a Îstixbaratê li derveyî welêt û bi hevrêziya rayedarên ewlehiyê yên Sûriyeyê de pêk hatiye.
Tê de, Zeyd Muharib, bloggerekî tora civakî, bi tohmeta heqaret û pere wergirtinê ji xelkê, bêrêzîkirin bi xelkê, îftira û tevlîbûna sûcên rêxistinkirî hatiye girtin.
Piştî girtina wî li Sûriyeyê, ew bi fermî hat vegerandin bo Îraqê û radestî rayedarên dadwerî yên pêwendîdar hat kirin da ku li dijî wî tedbîrên qanûnî bigirin û ceza bikin.
Çend roj berê, çavkaniyên ewlehiyê girtina Muharib li Tirkiyê ragihandin, lê daxuyaniya ajansa Îstixbaratê agahî piştrast kir û tekez kir ku operasyon li axa Sûriyeyê hatiye encamdan.
Zeyd Meharib yek ji ber reftarên wî demeke dirêj bû di bin çavdêrya dezgehên ewlehiye de bû.