Hejmara qurbaniyên karesata gîrneyê derket 10'an

Serokwezîrê Qibrisê Unal Ustel ragihand ku li nêzîkî Gîrneyê di karesata deryayî de cenezeyê kesekî din ê winda hatiye dîtin, bi vê re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 10’an û 18 kes jî hêj winda ne.

reset font size increase font size

Unal Ustel, di civîna çapameniyê ya hevpar a bi Alîkarê Serokkomarê Komara Tirkiyê Cevdet Yılmaz re çêkir de diyar kir ku ji 267 kesên di keştiyê de 239 kes sax hatine xelas kirin, ji bo xwe bighînin 18 kesên winda, xebatên wan ên lêgerînê berdewam dikin.

Her wiha destnîşan kir ku sedema derketina karesetê bi her alî ve lêkolînan dikin û di kîjan meqam an jî peywirê de dibe bibe, di vê karesatê de qusûr, îhmal an jî berpirsiyariya kê hebe dê li ber hiqûqê hesab bide.

Ustel herî dawî ragihand ku lêpirsîn bi piralî berdewam dike û da zanîn ku xebatkarên keştiyê yên di nav de kaptan û berpirsê şirketê jî hene têne darizandin, zanyarî û belge têne lêkolînkirin û nirxandinên teknîkî berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye