Tîma Duhok li hember Tîma Parastina Asmanbî 2-1 bi ser ket

Di gera 5`emîn de ji Lîga Îraqê, duh tîma Duhok û Parastina Asmanî hatin beramberî hev. Tîma Duhok bi encama 2-1 bi ser ket û cih di rêza 7'an de girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh tîma Duhokê û Parastina Asmanî li stadyoma Duhokê hatin beramberî hev û Duhok tîma li hember xwe 2-1 têk bir.

Di xuleka 16'an de tîma Duhokê gol lê hat bi riya lîstikvan Saed Abdulamîr.

Her wiha di dema zêda ya nîva yekem de tîma Duhok penaltiyek ji desrt da û nîvê yekem bi encama 1-0 bi dawî bû.

Di nîvê duyem de bi taybet di xuleka 70'î de lîstikvanê Duhokê Îgor Hinrîkî gola wekheviyê anî.

Heman lîstikvan di xuleka 90'î de vegerya û gola duyemîn a xwe û a tîma xwe tomar kir.

Maç bi 2-1 ji tîma Duhokê re bi dawî bû û bi van sê xalan derket rêza 7'an.

Tîma Parastina Asmanî jî, bi vê têkçûnê daket rêza 14`an.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye