Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî ya parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn ragihand ku wê îro hinek şervanên dîl ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên li cem hikûmetê bên berdan.
Li gorî lîsteya ku hatiye belavkirin, navên 51 dîlan tê de heye ku wê bên berdan.
Hikûmeta Sûriyê herî dawî di 24`ê gulana 2026`an de nêzîkî 100 şervan berdabûn.
Li gorî lîsteya ku hatiye belavkirin wê 51 dîlgirtî werin berdan
Di nav wan de şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî hebûn.
Ev gav di çarçoveya lihevkirineke berfireh de ye ku armanca wê bidawîanîna dosyeya girtiyan e.
Ev pêvajo wekî bicihanîna wê peymanê ye ku 29`ê çileya borî di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de hatibû îmzekirin.
Armanca peymanê ew e ku kanalên pêwendiyê bên xurtkirin û pirsgirêkên di navbera her du aliyan de bên çareserkirin.
Heta niha 6 komên dîl ên şervanên QSD`ê yên ku li cem hikûmeta Sûriyê bûn hatine berdan.
Bi giştî heta niha zêdetirî 1500 dîlgirtî hatine berdan
Hejmara giştî ya wan kesên ku ji destpêka îmzekirina peymanê ve hatine berdan, gihîştiye zêdetirî 1500 kesan.
Siyamend Efrîn her wiha da zanîn ku ji bo vegera koçberan amadekarî hatine kirin.
Siyamend Efrîn: Wê di 4 rojên bê de 1035 malbat vegerin Serê Kaniyê
Siyamend Efrîn diyar kir ku wê di 4 rojên bê de hezar û 35 malbatên koçber wekî karwana duyem vegerin cih û warên xwe yên li Serê Kaniyê.
Karwana yekem a ku ji 410 malbatan pêk dihat 10`ê tebaxa 2026`an vegeriyabû Serê Kaniyê.
Dîsa ji bilî mijarên koçber û dîlgirtiyan, mijara zimanê Kurdî bûya rojeveke sereke li Rojavayê Kurdistanê.
Her nerazîbûnên li dijî Biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê derdikeve pêş.
Biryara Wezaretê jî ew e ku di hefteyê tenê 3 saet ders bi zimanê Kurdî were dayîn
Hêzên siyasî daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî kirin
Partî û hêzên siyasî yên ji Qamişloyê der barê biryara Wezareta Perwerdeyê ya xwendina zimanê Kurdî de daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro, hemwextî proseya entegrasyonê rayedarên Şamê îdiayên bêbingeh dikin ku hînkirina bi zimanê Kurdî ne mumkin e.
Partî û Hêzên Siyasî: Divê zimanê Kurdî wekî berê bê qebûlkirin
Partî û Hêzên Siyasî dan zanîn ku ev gavek xeternak e û binpêkirineke eşkere ye ya mafên gelê resen e.
Li ser van bingehan Partî û Hêzên Siyasî van nêrîn û nirxandinan parve dikin:
“Em hemû biryarên qismî yên ku mafê Kurdan ê fêrbûn û hînkirina bi zimanê dayikê bin pê dikin, red dikin.
Em daxwaz dikin ku perwerdehiya zimanê Kurdî li dibistanên fermî di hemû astan de were destpêkirin û bicihkirin.”