Xelkê Reqayê daxwaza kêmkirina nirxê sotemeniyê kirin

Li Sûriyê bertekên li dijî bihabûna nirxê sotemeniyê zêde dibin. Xelkê Reqayê bi xwepêşandanekê daxwaza kêmkirina nirxê sotemeniyê kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Xelkê bajarokê Kerama yê Reqayê, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşanderan rêyên sereke yên bajêr girtin û bihabûna sotemeniyê ku bandorê li debara jiyana wan dike, şermezar kir.

Xwepêşanderan daxwaza kêmkirina nirxê sotemeniyê kir tekez kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku daxwazên wan pêk werin.

Beriya niha jî li Dêra Zorê heman daxwaz ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hat kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye