Bahçelî: Serweriya hiqûqê û baweriya civakî girîng in

Serokê Giştî yê MHP`ê Devlet Bahçelî li Meclisa Tirkiyê axivî. Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê got: "Di vê pêvajoyê de, bi qasî biryardariyê aqil, bi qasî ewlehiyê qanûn û bi qasî otorîteya dewletê lihevkirina civakî û bawerî girîng in." Bahçelî tekez kir ku pêşketinên li herêmê ji pêvajoya li Tirkiyê serbixwe nînin û bang li PJAK`ê jî kir ku çekên xwe deyne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê MHP`ê Devlet Bahçelî di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de der barê mijarên rojane de axivî.

Bahçelî tekez kir ku pêşketinên li Tirkiyê û herêmê di vê pêvajoyê de nikarin ji hev cuda werin nirxandin û got:

"Tirkiyê bi pirsgirêkên girîng û her wiha derfetên mezin re rû bi rû ye.

Divê em li gorî vîzyonek pêşerojê ya berfireh tevbigerin ku ji nîqaşên rojane derbas dibe.

Di vê pêvajoyê de bi qasî biryardariyê aqil, bi qasî ewlehiyê qanûn û bi qasî otorîteya dewletê lihevkirina civakî û bawerî girîng in." 

Bahçelî bang li PJAK'ê kir ku çekên xwe deyne

Serokê Giştî yê MHP`ê Devlet Bahçelî pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyê bi bîr xist û bang li PJAK-ê jî kir ku çekên xwe deyne.

"Gavên ku der barê entegrekirina QSD û YPG`ê de di nav Sûriyê de hatine avêtin serdemeke nû vekirine.

Pêvajoya me ya "Tirkiyeya Bê Teror", ku pêşketineke girîng bi dest xistiye, di heman demê de aliyek herêmî jî digire.

Bicîhanîna daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir ê Îranê ku di serdana xwe ya Enqerê de kiribû - ku "Divê PJAK û hemû komên çekdar çekên xwe deynin" - dê gaveke din ber bi aştiya herêmî ve be."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye