Lezgin

Daxwazên cezakirina çeteyên Tirkiye yên li herêmên dagirkirî

reset font size increase font size

Ciwanê Kurd Mustefa Cemîl Şêxo yê 18 salî ji gundê Hec Hesenî yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî di 19’ê Hezîranê de roja pêncşemê piştî nîvê şevê dema ku panelên rojê diparast, ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiye ve, hat kuştin.

Dîmenê bavê Mustefa dema ku ser cenazeya wî dike hawar û digrî, li ser medya civakî belav bû, buyer bû rojev û cihê nerazîbûnê li gel jimarek mezin ji mirovan.

Roja piştî wê, jimarek ji ciwanên Efrînê yên resen derketin xwepêşandanê û daxwaza rawestandina binpêkirinên derheqê wan de kirin. Xwepêşandêr ji aliyê çeteyan ve rastî şidetê hatin û piştre hejmarek ji wan hatin girtin û bo cihê nenas hatin veguhestin.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Kombenda Efrîn a Civakî derbarê kuştina Mustefa de daxuyanî dan. Wan ev sûc şermezar kirin û daxwaz ji deshilata Şamê kirin ku berpirsyartiya cezakirina çeteyan, bigre ser milê xwe.

Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tikriye û çeteyên wê ve, rojane bûyerên kuştin, revandin, binçavkirin û koçberkirina bi dare zorê, diqewimin.

Tevî hilweşîna rejîma Bais û îmzekirina hevpeymanekê di navbera deshilata Şamê ya nû ya demkî û QSD’ê de, ji bo vegera welatiyên resen bo bajarên xwe û derketina çeteyan ji bajaran, heta niha çareseriyek berbiçav a nêz nayê dîtin.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24