Desteya Demkî ya Projeya Neteweyî: Di demeke kurt de Konferansê pêk bînin

Desteya Demkî ya Projeya Neteweyî ya Kurd, daxwaz ji hemû alî û navendan kir ku hemû bi hev re ber bi siberojeke baştir ve gav bavêjin. Her wiha bi hev re amadekariya lidarxistina konferansekê bikin, ku nîqaş li ser pilan û bernameya karê projeyê û pêşxistina projeyê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zêdetirî 200 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekîtiya gelê Kurd projeyeke neteweyî dane destpêkirin.

 

Di demeke kurt de, çend aliyên siyasî û navendên cuda piştgiriya projeyê kirin.

 

Desteya Demkî ya Projeyê careke din bang kir.

 

Di bangê de wiha hat gotin:

 

"Bidestxistina mafê her neteweyekê girêdayî armanc û yekrêziya wê neteweyê ye.

 

Her wiha ji bo wê yekdengî û yekrêziya Kurdan a di vê qonaxê de, ne tenê êdî vebijêrkeke siyasî û partî ye, pêwîstiyeke dîrokî, netewî û civakî ye. Her wiha ji bo pênasekirin û amadekariyan rewşeke nû ye.

 

Rewşeke hem derfetên dîrokî û hem jî xeteriyan li xwe digire."

 

Di beşeke din a bangê de hate diyarkirin ku ev piştgiriya heta niha ji bo doza Kurd hatiye kirin, cihê kêfxweşî û spasiyê ye û ev bang hate kirin:

 

"Çawa ku hestê berpirsyarî ya beramber pirsa rewa ya Kurd e, vê yekê weke derfetekê dibînîn ku careke din daxwaz li partî, navendên rewşenbîrî, çandî, kesayet, hemû welatparêzan bikin ku piştgiriya xwe ya ji bo vê projeye neteweyî nîşan bidin.

 

Bi hev re ber bi qonaxa siberojeke baştir û pir bi hêvî ve gav bavêjîn."

 

Desteya Demkî ya Projeya netewî di dawiyê de tekez kir ku werin em bi hev re amadekariyê ji bo lidarxistina konferanseke netewî ya Kurd, bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye