Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona Rojînê bişînin Portekîzê

Çalakyên ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş di roja xwe ya 18'an de didome . Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş jî beşdarî çalakiyên li Zanîngeha Wanê bû û di çalakiyê de diyar kir ku berî daxuyaniyê bi dozger re civiya ye. Nîzamettîn Kabaş eşkere kir ku di dozê de ti pêşketin çênebûye, ji bo wê jî dê telefona Rojîn Kabaîş ji bo lêkolînê ji Portekîzê re were şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û cenazeyê wê piştî 18 rojan hate dîtin.

Pirsên têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê jî didomin.

Li hember vê yekê çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê ya ku bi daxwaza ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş û bersivdayina rektor a pirsên xwendekaran hatibû destpêkirin, di roja 18'an de berdewam dike.

Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş ku berî daxuyaniyê bi dozger re civiya bû, diyar kir ku di dozê de ti pêşketin çênebûye û telefona Rojîn Kabaîş dê ji bo lêkolînê ji Portekîzê re were şandin.

 

Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn

 

Bi hezaran xwendekar, malbat û parêzerên Rojîn Kabaîş beşdarî çalakiya kampusê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Ciwan bêdeng nabin, Rojîn nayê jibîrkirin” hat vekirin û gelek caran dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.

 

Her wiha Nîzamettîn Kabaîş spasiya xwendekarên ku bi rojan e li ber xwe didin kir û bang li rektor kir û wiha got:

"Her kes li bendê ye ku ev doz ronî bibe. Çi bi serê Rojîn hat? Bi van hemû kamerayan û nobedaran, çima hûn tiştekî nabêjin? Bêguman ew ê li dijî we derkevin."

Piştî meşê ji bo bîranîna Rojîn Kabaîş deqeyek çalakiya bêdengiyê hate kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye