DEM Partî encamnameya civîna 15’ê Çileyê eşkere kir

Meclîsa DEM Partiyê, di daxuyaniya encamnameya civîna 15’ê Çileyê de diyar kir ku pêvajoya aştiyê nabe bi peyamên neberbiçav re were sînordarkirin û got, “Hewcedariya aştiyê êdî ne bi gotinan, divê bi gavên şênber û jêneveger werin bicih anîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa DEM Partiyê encamnameya civêna xwe ya ku di 15’ê Çileyê  de li Enqereyê lidar xist parve kir.

Di encamnameya Meclîsa DEM Partiyê de, hat destnîşankirin ku Tirkiye û cîhan di pêvajoyek berfirehbûna şer, xurtbûna dewletê otorîter û wêrankirina jiyana civakî ji hêla polîtîkayên emperyalîst ve derbas dibin. Meclîsê, diyar kir ku li dijî vê têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û aştiyê bi rêya şêwazên nû yên berxwedanê mezin dibe.

Venezuela

Meclîsê, da zanîn ku êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li ser Venezuelayê di 3’yê Çileyê de mînakek eşkere ya destwerdana emperyalîst e û hat gotin ku pirsgirêkên demokratîk nikarin bi destwerdana derve re werin rewakirin. Hat diyar kirin ku veguherîna rastîn tenê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel bi xwe pêkan e.

DEM Partî, li Xezeyê trajediyek mirovî tê jiyîn

Meclîsa DEM Partiyê, destnîşankirin ku Rojhilata Navîn encamên herî giran ên şer dijî û hat gotin ku li Xezeyê trajediyek mirovî tê jiyîn ku sivîl bi awayekî sîstematîk têne hedefgirtin.

Rewşa li îranê

Meclîsa DEM Partiyê, diyar kir ku xwepêşandanên ku ji hêla jin, ciwan, karker û gelên cûrbecûr ve li Îranê li dijî rejîma zordar têne kirin, îfadeya daxwaza jiyaneke azad û bi rûmet in. Di berdewama encamnameyê de hat gotin ku bi zext û tundiyê bersiva van daxwazan dayîn tenê dê krîzan kûrtir bike. DEM Partiyê, hevgirtina xwe ya bi gelên berxwedêr re anî ziman û got, “Em li dijî bikaranîna van têkoşînan wekî amûrên ji bo destwerdanên emperyalîst in. Azadî dê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel bi xwe were bidestxistin.”

Piştgiya êrîşên li ser Helebê

Meclîsa DEM Partiyê, êrîşên Hikûmeta veguhêz  û komên selefî-cîhadîst ên li dijî gelê Kurd li Helebê wekî sûcên li dijî mirovahiyê yên ku aştî û jiyana hevpar hedef digirin bi nav kir. Di encamnameyê de hat gotin ku ev êrîş li dijî siberoja hevpar a Sûriyê ne û got ku piştgiriya Tirkiyê ya ji bo hikûmeta veguhêz nayê qebûlkirin. Meclîsê, destnîşan kir ku îdeolojiyek yekreng û selefî li ser avahiya pir-nasname û pir-bawerî ya Sûriyeyê nikare bêferzkirin.

Di encamnameyê de tê destnîşankirin ku piştî 1’ê Cotmeha 2024’an, Tirkiyê demeke hesas derbas dike ku tê de şer bi tevahî ji nû ve nehat sazkirin, lê aştî jî bi awayekî xweber pêş neket. Meclîsê, destnîşankirin ku "Banga ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk" a ku ji hêla Rêber Apo ve di 27’ê Sibatê de hatiye kirin, di sîstema şer û înkarê de şikestinek dîrokî çêkiriye û hat gotin ku ji bo ev bang bersiva xwe bibîne, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên Rêber Apo werin baştirkirin û hawîrdorek azad ji bo danûstandinê were avakirin.

Meclîsê, anî ziman ku aştî nayê paşxistin û hat gotin ku aştî bi têkoşînê, ne bi li bendê mayînê, dê were sazkirin. Meclîsa DEM Partiyê, diyar kir ku wekhevî, azadî û edalet tenê bi hêza rêxistinkirî ya gel pêkan e û got, “Têkoşîna azadiya jinan û hêviya ciwanan ji bo siberojê li ser eniyek hevpar têne cem hev. Aştî ne tenê xwestek e, jiyanek e ku bi hev re were avakirine.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye