Duh komek nenas êrîşî Tugaya Qamişloyê ya gundê Tewîl Herb kir.
Di encama vê êrîşê de 2 şervanên tugayê şehîd bûn 2 jî birîndar bûn.
Der barê vê êrîşê de, Rêveberê Navenda Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat Helezwar Mîtanî daxuyanî da.
Helezwar Mîtanî got ku kesên ji derveyî qanûnê êrîşî xala şervanên tugayê ya li gundê Tewîl Herb ê Qamişloyê kir û şervanên tugayê jî bersiv dan.
Her wiha Mîtanî diyar kir ku operasyonên lêgerîna li êrîşkaran dewam dikin û dê li dijî wan rêkarên pêwîst hebin.
Nûredîn Ehmed: Ewlehiya gelê me ji bo me xeta sor e
Têkildarî heman mijarê, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek parve kir û êrîş şermezar kir.
Parêzgar Nûredîn Ehmed diyar kir ku ewlehî û aramiya Parêzgeha Hesekê û ewlehiya şêniyên ji bo wan xeta sor e.
Ehmed da zanîn ku saziyên peywendîdar dê ji bo eşkerekirina vê êrîşê û hesabpirsîna berpirsyaran bixebitin.
Gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam jî, xemgîniya xwe ji ber êrîşê anî ziman û ev peyam da:
“Ewlehiya gelê me û ewlehiya herêmê berpirsyariyeke hevpar e.
Saziyên peywendîdar dê ji bo eşkerekirina şert û mercên bûyerê û hesabpirsîna ji berpirsyaran bixebitin.”
Hêjayî gotinê ye ku di çarçoveya peymana 29’ê çileyê ya navbera Hikûmeta Veguhêz û QSD’ê de, mijarên ku herî zêde nîqaş li ser hatin kirin, rêxistinkirina 4 tugayan bûn ku yek ji van tugayan jî Tugaya Qamişloyê bû ku herî dawî perwerdeya xwe ya leşkerî li herêma Nebik a girêdayî Şamê pêk anîn.