Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Efrîn gera xwe ya serdana herêman berdewam dike.
Fermandarê Asayîşê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) tevî fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Merwan El-Elî bi Şêxê Êla Şemer a Erebî Mani Himêdî Deham û fermandarê leşkerî yê Hêzên Senadîd Bender Deham re civiya.
Serdan li gundê Til Elo yê gundewarê bajarê Girkê Legê pêk hat.
Di hemna çarçoveyê de, li herêmên Til Birak û Til Hemîsê jî bi şêniyan re civiyan.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Siyamend Efrîn li ser rûpela xwe ya Xˊê nivîsek der barê serdanê de parve kir.
Siyamend Efrîn got:"Di çarçoveya pêşxsitina peywendiya berdewam bi tevahî pêkhateyên civakê re, me tevî serbaz Merwan El Elî serdana navçeyên Til Birak û Til Hemîsê kir."
Her wiha wî diyar ku wan civînek berfireh bi xelkê herêmê re li dar xistiye.
Di civînê de pêşdeçûnên dawî yên ewlehî û xwecihî hat nîqaşkirin û tekezî li ser hevkariyê ji bo xizmeta herêmê hat kirin.
Ev serlêdan di çarçoveya bicihanîna bendên peymana di navbera QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de û belavkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo erkên xwe yên parastina ewlehî û aramiyê pêk bînin, pêk hat.