Rêveberê Gorên Bikomî li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Aram Nûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku, di gora komî de termên heft kesên ji gund hene ku di sala 1988an de bi cil û bergên Kurdî hatine şehîdkirin.
Nûrî her wiha da zanîn, projeya derxistina terman dê bi du qonaxan birêve biçe:
Qonaxa Yekem: Derxistina rûfatan û veguhestina wan bo Saziya Bijîşkiya Dadî ya li parêzgeha Dihokê, da ku lêkolînên DNAyê ji bo destnîşankirina nasnameya şehîdan bên kirin.
Qonaxa Duyem: Avakirina bîrdariyekê li gundê Mêrgetê ku çîroka enfalkiriyên devera sînorî bibêje û bîranîna wan ji bo nifşên nû biparêze.