Li Tirkiyê pergala burokrasiyê êdî ji ber gendelî û nerilêtiyan rojane dibe mijara lêpirsîn û dozan.
Herî dawî derket holê ku çeteyekî bi belgeyên sexte gelek bawernameyên zanîngehê û belgeyên fermî derxistiye.
Li gor îddîanameya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kiriye tawanên hatine kirin bi vî rengî ne:
-Çêkirina îmzayên eloktronîk ya bêusul û bê destûr ketina pergalên saziyan
-bawernameyên sexte yên dibistana amadeyî, zanîngeh û lîsansa bilind çêkirin.
-bilind kirina rêjeya notan
-bawernameya sexte ya ajokariyê çêkirin û encamên ezmûnan guhertin
Iddîaya 400 akademîsyen bi belgeyên sexte hatin erkdar kirin
Di çarçova van lêpirsînan de hat îddîakirin ku 400 akademîsyen bi van belgeyên sexte li zanîngeha hatine erkdarkirin.
Berdevkê AKP Omer Çelîk di daxuyaniya çapemeniyê de li ser pirsên rojnemevanan da zanîn ku beriya salekê haya dewletê ji vê bûyerê çêbûye û heya niha ji bo doz vekirinê belge hatine komkirin.
DEM Parti jî di vê derbarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji bo mijar zelal bibe li gel Serdozgeriya Enqere giliyê xwe kirine.
DEM Partî di serlêdana xwe de da diyar kirin ku ev mijar ne mijarek şexsî ye lewre gereke baş bê lekolîn kirin û bersûç hemû bên cezakirin.
Li Tirkiyê ev ne cara yekem e ku bûyerek bi vî rengî tê jiyankirin. Berê jî ezmûnên zanîngeh, mekteba leşkerî û hwd. de nelirêtî hatibû kirin û gelek kesên alîgirê desthilatdariyê bi şiklekî derveyî usul ji van ezmûnan encamên serkeftî bi dest xistibûn.
Herî dawî di ezmûnên derbasbûna dibistana amadeyî(LGS) de piştî ku 719 kesan tam puan standin heman îddîa hatin pêşxistin. Lê ev îddîa ji aliyê Wezerata Perwerdeyê ve hat derewandin.
Di desthilatdariya AKP’ê de pergala perwerdeyê gelek caran hat guhertin û gelek caran îddîayên gendelî, nelirêtî û hwd hatin bilêvkirin.
Lê di encamp de asta perwerdeyê li gor daneyan her çû ket. Piştî vê skandala bawernameyan gelek xwendekarên zanîngehê jî bêhêvîtiya xwe ya ji pergala perwerdeyê bi rêya dîjîtal medya anîn ziman.