Rêxistina Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî çalakvana Kurd Sohêl Metaî agahî da.
Hat ragihandin ku çalakvana Kurd Sohêl Metanî ya ji navçeya Dêwaneyê ya ser bi Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve ku mafên jinan diparêze, bi behaneya ku tev li çalakiya Roja Jinan a Cîhanî bûye, ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye binçavkirin.
Ji aliyekî din ve, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku li Kamyaran û Bokanê 3 welatiyên Kurd hatibûn binçavkirin û çarenûsa wan ne diyar e.
Tora Mafên Mirovan der barê binçavkirina welatiyên Kurd de agahî parve kirin û got:
"Di 12'ê hezîranê de, hêzên îstixbarata Îranê, bêyî biryara dadgehê, bi ser mala Serdar Rehman û Ihsan Rehman ên li Kamyaranê de girtin.
Li malê geriyan, telefonên wan hatin desteserkirin û ji wan re hat gotin ku serdana navenda polîsan a Kamyaranê bikin."
Hat diyarkirin ku piştî her du birayan serdana navenda polîsan kiriye, ji wê demê ve agahî li ser wan nehatiye girtin.
Her wiha Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku di 13'ê hezîranê de jî hêzên îstixbarata Îranê bêyî destûra yasayî bi ser mala mamoste Yûsif Emînî yê li taxa Elîawa ya bajarê Bokanê de girtin û ew binçavkirin.