Îran: Hin alî dixwazn têkiliyên me bi Tirkiyê re xirab bikin

Îranê hişyarî da Tirkiyê ku li dijî kampanyayên derew ên ku armac dikin têkiliyên herêmî di navbera her du welatan de têk bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya peywendiyeke Telefonî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re axivî.

 

Di daxuyaniyê de, hat eşkerekirin ku Ebas Eraqçî di der barê Kampanyayên derewîn de ku li gorî wan, armanc dikin ku têkliyên herêmî di navbera her du welatan de têk bibin, Tirkiye hişyar kir.

 

Ev yek jî rojek piştî ku NATO`yê ragihand ku wan mûşekeke balistîk ku ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin, li ser Tirkiyê têk biriye.

 

Tirkiye, ligel welatên din ên herêmê, ji bo kêmkirina rageşiyê û bidawîanîna şer, di navbera Washington û Tehranê de roleke navbeynkariyê dilîze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye