Serokkomarê Sûriyê bi Serokwezîrê Brîtanyayê re civiya

Ev 2 roj in Serokkomarê Sûriyê li welatên Ewropayê hevdîtinan pêk tîne. Piştî hevdîtina bi Serokê Almanyayê re, Ehmed Şera îro jî li Londonê bi Serokwezîrê Brîtanyayê re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, li Londonê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re hevdîtin kir.

 

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî û Wezîrê Aboriyê jî di hevdîtinê de amade bûn.

 

Li gorî agahiyan, hat ragihandin ku di hevdîtinê de 'rêbazên pêşxistina têkiliyên du alî ku dê berjewendiyên hevpar pêk bîne' hatine nîqaşkirin.

 

Her wiha girîngiya pêşxistina hevkariyê di warê xurtkirina aboriya Sûriyê de nîqaş kirine.

 

Hat diyarkirin ku geşedanên herêmî û navneteweyî jî di hevdîtinê de, bi berfirehî hatine gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye