Li Şêx Meqsûd êrîş: 2 kes birîndar

Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz taxa Şêx Meqsûd topbaran kir. Di encamê de, kesek hat kuştin û 2 bira jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz bi droneke kamîkaze herêma Şiqêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bombebaran kir.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku di encamê de 2 bira; Mihemed Ridwan Îbrahîm û Rizgar Ridwan Îbrahîm birîndar bûn.

Her wiha hat zanîn ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Eşrefiyê ya Helebê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz êrîşeke duyemîn li ser taxa Şêx Meqsûd pêk anîn. Di encamê de, kesek hat kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye