Li Parîsê projeyeke nû ya siyasî û leşkerî ji bo Sûriyê hat pêşkêşkirin

Menaf Tilas fermandarekî artêşa rejîma berê ya Sûriyê bû û niha jî xwe wek rêberê projeyeke siyasî dide naskirin, li Parîsê dimîne û herî dawiyê jî civîneke berfireh li Fransayê saz kiribû. Tilas da xuyakirin ku dewlet li ser bingeheke pirrengî û nerînên rastîn tê avakirin û behsa avakirina meclîsek leşkerî kir û diyar kir ku li gor projeya wî, divê hemû pêkhateyên Sûriyê di nav de cihê xwe bigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Peymangeha Zanistên Siyasî ya Parîsê, Sciences Po, bi amadebûna hejmarek endamên civaka Sûrî li Fransayê, gotarek pêşkêş kir.

Menaf Tilas piştrast kir ku armanca wî ne pêşbaziya ji bo desthilatdariyê ye, lê belê beşdarbûna di avakirina dewleta Sûriyê de ye.

 

Menaf Tilas serkêşiya projeya nû ya ji bo Sûriyê dike

 

Her wiha Tilas tekez kir ku pêwîstî bi beşdariya rastîn di desthilatdariyê de heye û destnîşan kir ku edalet û ewlehî, bingehên avakirina baweriyê ne û ev bawerî deriyê projeyek neteweyî ya saxlem vedike.

 

Tilas daxwaz dike desthilata Ehmed El-Şeraa kêm bibe

 

Tilas got ku pirsa bingehîn ev e: Armanc girtina desthilatdariyê ye, yan jî avakirina dewletê ye? Ji ber vê yekê ew bawer dike ku pêwîst e serokê Sûriyê Ehmed El Şera hin desthilatên xwe bide saziyên dewletê.

Menaf Tilas ku ew bi xwe jî fermandarekî artêşa rejîma berê ya Sûriyê bû, bal kişand ser pêwîstiya avakirina artêşeke neteweyî ku rêzê li pirrengiya Sûriyê bigire.

 

Tilas ji bo avakirina meclîseke leşkerî kar dike

 

Tilas diyar kir ku ew ji bo avakirina meclîsa leşkerî xebitiye ku ji zêdetirî 10 hezar efserên ji artêşa berê û endamên ji herêmên cûda yên Sûriyê pêk tê.

 

Menaf Tilas fermandarekî artêşa rêjîma berê ya Sûriyê bû

 

Menaf Tilas xelkê bajarokê Resten yê girêdayê parêzgeha Humsê ye û kurê wezîrê berê yê parastinê yê Sûriyê, Mistefa Tilas e ku ji sala 1972`an heya sala 2004`an wezîrê parastinê bû û di heman demê de jî, endamê rêveberiya Partiya Baas bû.

Menaf eşkere kir ku ti nerazîbûnek li hember hebûna partiyên bi referansa Îslamî tune ye, bi şertê ku ew vîzyona xwe li ser tevahiya civakê ferz nekin.

 

Tilas: Divê artêşa Sûriyê navendî bimîne

 

Derbarê mijara nenavendîbûn û federalîzmê de, Tilas tekez kir ku divê artêş navendî û neteweyî bimîne, lê dibe ku bajar û parêzgeh di çarçoveya destûrê de, desthilatên berfireh werbigirin da ku karûbarên xwe, bi xwe birêve bibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24