Îmarat: Îran bi 2 mûşekan êrîşî me kir

Piştî daxuyaniyên Îmaratê yên di wan de hat diyarkirin ku Îranê bi 2 mûşekan êrîşî Îmaratê kiriye, bersivek ji aliyê Îranê ve hat. Wezareta Derve ya Îranê ev yek red kir û wekî tawanên bêbingeh bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Îmarat û Îranê de aloziyê rûda.

Duh roja sêşemê, Wezareta Parastinê ya Îmaratê bi daxuyaniyekê eşker kir ku Îranê 2 mûşekên balîstîk ber bi wê ve avêtine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Îmaratê, hêzên parastina asmanî dikarîn mûşek bêbandor bikirana, lê yek ji wan ketiye nava ava wê ya herêmî.

Her wiha Wezareta Derve ya Îmaratê diyar kir ku Îmarat hemû danûstandinên bazirganî û darayî yên bi Îranê re heta agahdariyeke din rawestandine.

Îran: Me êrîşî Îmaratê nekiriye û ev tawanbarkirin bêbingeh in 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ev agahî red kir û ew wekî “tawanbarkirinên bêbingeh” bi nav kir.

Ev yek jî ji aliyê kenala Îranî ya Press TV ve hat belavkirin.

Piştî daxuyaniya Îmaratê, hêzên çekdar ên Îranê jî hişyarî dan welatên Kendavê ku alîkariya artêşa Amerîkî nekin.

Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê, Elî Ebdulahî, di peyamekê de ku Ajansa Tasnîmê weşand, got ku welatên Kendavê, ku di daxuyaniyên xwe de îdia dikin ew ê nehêlin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê axên wan di operasyonên li dijî Îranê de bi kar bîne, divê bizanin ku Tehran tevgerên leşkerî yên li herêmê bi baldarî dişopîne.

Elî Ebdulahî ev hişiyarî da:

"Her cure alîkarî an hêsankariyek ji Dewletên Yekbûyî yên Ameraîkyê re, wekî beşdarbûna bi hêzên leşkerî yên Amerîkî re tê hesibandin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye