Iraqçî li ser daxuyaniya Rêveberê Giştî yê "IAEA" bersivek tund da

Piştî daxuyaniyên Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossî ku gotibû wê hêz li dijî Îranê were bikaranîn, Wezîrê Derve yê Îranê Abas Iraqçî bi tundî bersiv da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniya ajansê de, hat ragihandin ku ger hewldanên dîplomatîk ên derbarê bernameya Îranê ya nukleerî de têk biçin, wê li dijî Îranê hêz were amedekirin.

Iraqçî duh di bersivdayîna li ser gotinên Rafael Grossî de got: "Ez nizanim Grossî ev ji ber fikara me yan jî wekî gefê gotiye."

Her wiha Iraqçî hişyariyek da ku divê kesên bi vî rengî gef dixwin bizanibin ku dubarekirina ceribandineke têkçûyî tenê wê bibe sedema têkçûneke nû.

Îranê tîrmeha borî piştî şerekî 12 rojan di Hezîranê de, bi êrîşên Îsraîlê yên li ser deverên leşkerî û nukleerî, di nav de êrîşên Amerîkî li ser tesîsên nukleerî yên li hundirê Îranê, hevkariya xwe bi IAEA re rawestand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye