Putin: Eger Rûsya bi kûrahî bê hedefgirtin, em ê bersiveke tund bidin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Pêncşemê hişyarî da ku ger Ûkrayna mûşekên dûravêj li nav axa Rûsyayê pêk bîne, dê bersiva welatê wî cidî û wêranker be û êrîşeke bi vê rengî weke bilindkirina pevçûnê bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Putin daxuyand ku her êrîşeke li kûrahiya Rûsyayê, dê bibe sedema aloziyên mezin û bersiva Rûsyayê dê cidî û hilweşîner be.

Serokê Rûsyayê di warê aborî de piştrast kir ku beşa enerjiyê ya welatê wî tevî hin windahiyan jî cihê baweriyê ye û destnîşan kir ku beşdariya Rûsyayê di hevsengiya enerjiya cîhanî de hîn jî pir girîng e.

Putin rave kir ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bandora rewşa dabînkirina petrolê ya Rûsyayê li ser bihayên cîhanî û yên Dewletên Yekbûyî jî, nîqaş kiriye.

Putin got ku Rûsya dixwaze diyalogê bidomîne û dest nîşan kir ku Trump ew kes bû ku xwest civîna li Budapeştê di navbera her du aliyan de bê lidarxistin, bi paş bixe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye