Hat ragihandin ku zarok û qurbaniyên din dema ji Okuma ber bi Bofim ve diçûn qeyika wan binav bûye.
Têkildarî buyerê Desteya Deryayî ya Ganayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew ê bi Wezareta Veguhastinê re komîteyek lêpirsînê ya di asta bilind de ava bikin û pêvajoyek berdewam ji bo sepandina tedbîrên ewlehiyê yên li kêleka golê bidin destpêkirin.
Desteyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku wan tîmek pispor ji bo diyarkirina sedema binavbûna qeyikê şandine û destnîşan kir ku sedema binav bûna qeyikê barê zêde bû.