Li Helebçe konferansek taybet bi dîroka netewa kurd hat lidarxistin

6’emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî bi dirûşmeya ‘Kurd û Kurdistan di çavkaniyên biyanî de’ bi pêşengtiya Zanîngeha Helebçeyê hate lidarxistin. Konferans girîngî dide arşîvên dewletên biyanî bi taybetî Brîtanya, Fransa û Almanya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi pêşengiya Kolêja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Helebçeyê, li Salona Doktor Mustefa Zelmî 6’emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî bi dirûşmeya ‘Kurd û Kurdistan di çavkaniyên biyanî de’ hate lidarxistin. 

Konferans wê du rojan berdewam bike.

Lêkolînerên biyanî û navxweyî dê di konferansê de belgeyên zanistî pêşkêş bikin.

 

Dîroka Kurdan di arşîvên Brîtanya, Fransa û Almanyayê de tên lêkolînkirin

 

Mamostayê Zanîngeha Helebçeyê Dr. Rencder Mihemed destnîşan kir ger hûn bixwazin vegerin dîroka kevnar a neteweya Kurd, divê hûn arşîvên dewlemend ên li Brîtanya, Fransa û Almanyayê lêkolîn bikin. 

Dr. Rencder Mihemed diyar kir ku heya niha jî, piraniya belgeyan di arşîvên welatan de têne parastin û ev raporên nivîskî, nexşe, wêne û belgeyan diguherin.

 

Li Almanyayê wêneyên 100 salî yên girêdayî dîroka gelê Kurd hene

 

Mamostayê Zanîngeha Helebceyê Dr. Serwer Ebdula panelek bi sernavê ‘Kurd û Kurdistanê di arşîvên Almanyayê de’ pêşkêş kir.

Her wiha Serwer Ebdula diyar kir ku di arşîvên Almanyayê de 600 wêneyên dîroka gelê Kurd hene û temenê wêneyên ku hatine kişandin, zêdetirî 100 salî ye.

Dr. Serwer Ebdula da xuyakirin ku hemû wêne bi çand û dîroka gelê Kurd ve girêdayî ne.

Ev hemû wêne weke belgeyên dîrokî yên girîng in û divê hewla vegerandina wan were dayîn.

 

Konferans girîngiyê dide lêkolînên biyanî

 

Ragirê Kolêja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Helebçeyê Dr. Şivan Mihemed jî derbarê konferansê de wiha anî ziman: 

“Konferans li ser "Kurd û Kurdistan" di çavkanî û belgeyên biyanî de ye. Belgeyên ku li vir hatine lêkolînkirin, dikarin ji aliyê 5 dewletên ve ku lêkolînên xwe pêşkêş kirin, werin bikaranîn.”

 

Hemû xalên konferansê weke belge dê werin nivîsandin

 

Dr. Şivan Mihemed eşkere kir ku konferans ji 5 panelan pêk tê. Armanc û girîngiya konferansê ew e ku mirov çawa hewl bide nivîsên dîrokî yên destnivîsî berhev bike.  

Dr. Şivan destnîşan kir ku hemû xalên konferansê dê wekî belge û delîlek dîrokî di kovara zanistî ya Zanîngeha Helebçeyê de werin nivîsandin û weşandin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye