HER ŞEMÎ EMÊ LI VIR BIN

Dayikên Şemiyê xwestin ku aqûbeta Ramazan Kaya yê ku 33 sal berê ji aliyê cerdevanan ve hatibû revandin were eşkerekirin.

reset font size increase font size

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe cara hezar û 59'emîn ya  li Qada Galatasarayê de  aqûbeta Ramazan Kaya di 7'ê Tîrmeha 1992'yan de li Amedê ji aliyê çar cerdevanên çekdar ve hatiye revandin pirsîn. 

Keça Fehmî Tosûn Besna Tosûnê ragihand ku  bûyer li ber çavên gundiyan di mînîbusekê de ku ber bi Licê ve diçû qewimî û got: 

Ramazan Kaya li hember cerdevanan li ber xwe da û gazî xelkê di mînîbusê de kir, 'Min xilas bikin.' Lêbelê, gundî nekarîn mudaxele bikin dema ku cerdevanan çekên xwe ber bi mînîbusê ve araste kirin. Ramazan Kaya ku ji milê xwe birîndar bû birine."

Besna Tosûn tekez kir ku çiqas sal derbas bibin jî, ew ê dest ji daxwaza edaletê ji bo Ramazan Kaya û  hemû windahiyan bernedin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24