Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê NRÇ`ê nasnameya 10 garilayên eşkere kir.
NÇR'ê ji bo derbarê bîranîna gerîlayan wiha got: “Em hevrêyên xwe, Sara Firat, Hawar Amed, Ferman Amed, Egîd Kerboran, Çekdar Hanî, Rojhat Tendurek, Poyraz Serhildan, Rûbar Kanî, Ronî Çarçela û Zagros Serdar ên di têkoşîna sala 2017’an de li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
NRÇ`ê diyar kir di serdemekî ku operasyonên tasfiyekirina Tevgera azadiyê û çewisandina gel zêde bû de, hevrêyên wan li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedayî şerkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê tekildarî nasnameya hevrêyên xwe de ev agahî parve kirin:
Nursel Aşkin nasnav Sara Firat li Dersimê ji dayîk bûye û di 20’ê Sibata 2017’an li Zapê jiyana xwe ji dest daye.
NURSEL AŞKIN
SARA FIRAT
DERSIM
20’Ê SIBATA 2017’AN-ZAP
Selahaddîn Eskerî nasnav Hawar Amed li Sine ji dayîk bûye û di 20’ê Sibata 2017’an li Zapê jiyana xwe ji dest da.
SELAHADDÎN ESKERÎ
HAWAR AMED
SINE
20’Ê SIBATA 2017’AN-ZAP
Lokman Çîftçî nasnav Ferman Amed li Wanê ji dayîk bûye û di 20’ê Sibata 2017’an li Zapê jiyana xwe ji dest daye.
LOKMAN ÇÎFTÇÎ
FERMAN AMED
WAN
20’Ê SIBATA 2017’AN/ZAP
Zeynel Abîdîn Kaya nasnav Egîd Kerboran li Mêrdînê ji dayîk bûye û di 28’ê Gulana 2017’an li Avaşînê jiyana xwe ji dest daye.
ZEYNEL ABÎDÎN KAYA
EGÎD KERBORAN
MÊRDÎN
28’Ê GULANA 2017’AN/AVAŞÎN
Hasan Opçîn nasnav Çekdar Hanî li Amedê ji dayîk bûye û di 28’ê Gulana 2017’an li Avaşînê jiyana xwe ji dest daye.
HASAN OPÇÎN
ÇEKDAR HANÎ
AMED
28’Ê GULANA 2017’AN/AVAŞÎN
Nurullah Gumuş nasnav Rojhat Tendurek li Wanê ji dayêk bûye û di 28’ê Gulana 2017’an li Avaşînê jiyana xwe ji dest daye.
NURULLAH GUMUŞ
ROJHAT TENDUREK
WAN
28’Ê GULANA 2017’AN/AVAŞÎN
Mehmet Saît Temel nasnav Poyraz Serhildan li Mêrdînê ji dayîk bûye û di di 13’ê Gulana 2017’an li Zapê jiyana xwe ji dest daye.
MEHMET SAÎT TEMEL
POYRAZ SERHILDAN
MÊRDÎN
13’Ê GULANA 2017’AN/ ZAP
Rizgar Ekîncî nasnav Rûbar Kanî li Amedê ji dayîk bûye û di 13’ê Gulana 2017’an li Zapê jiyana xwe ji dest daye.
RIZGAR EKÎNCÎ
RÛBAR KANÎ
AMED
13’Ê GULANA 2017’AN/ ZAP
Îlhan Soydan bi nasnav Ronî Çarçela li Colemêrgê ji dayîk bûye û di û di 16’ê Gulana 2017’an li Zapê jiyana xwe ji dest daye.
ÎLHAN SOYDAN
RONÎ ÇARÇELA
COLEMÊRG
16’Ê GULANA 2017’AN/ ZAP
Yunus Bîlgî bi nasnav Zagros Serdar li Amedê ji dayîk bûye û di 16’ê Gulana 2017’an li Zapê jiyana xwe ji dest daye.
YUNUS BÎLGÎ
ZAGROS SERDAR
AMED
16’Ê GULANA 2017’AN/ ZAP
NÇR'ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji bo malbatên garilayan û gelê kurd xwest û biryardariya xwe ya ji bo têkoşinê bi van gotinan vegot: “Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyên xwe ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin li her qadê veguherandin çalakiyê û yekane xeyalên wan afirandina jiyan û welatekî azad bû, her tim bidin jiyîn û şopdarê riya wan bin.”