Di 15’ê Mijdara 1937’an de yek ji Rêberê berxwedana Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin darvekirin.
Bi boneya vê rojê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên berxwedana Dersîmê bibîranî û komkujiya Dersîmê weke komkujiya herî havane pênasekir û got:
"Seyît Riza dixwast pirsgirêka kurd bi rêya aştî çareser bike"
"Li Dersimê komkujiyek mezin hatiye pêk anîn û êşên mezin bi gelê Kurd dane jiyandin.
Ev Komkujiya Dersimê rastiya dewleta Tirk ya înkar û qirkirin bi rengekî zelal eşkere dike.
Rêberê berxwedana Dersimê Seyît Riza, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê û diyalogê çareser bike, hewl dide bi rayedarên dewletê re hevdîtinê pêk bîne, lê di rê de tê girtin û darvekirin.
Darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî amadekarî û armanca dewleta Tirk radixe berçavan."
"Seyîd Riza ji bo gelê kurd mîrateyek xurt a berxwedanê ye"
Her wiha KCK'ê diyar kir ku Seyîd Riza ji bo gelê Kurd mîrateyek xurt a berxwedanê ye.
KCK'ê got ku Komkujiya Dersimê çiqas bi êş û mezin bû, berxwedan û serhildana Seyîd Riza jî ewqas mezin û xurt bû.
"Berdêl û êşên ku gelê kurd jiyan kirî bê encam nînin"
Di dawiyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê tekez kir ku berdêl û êşên ku gelê Kurd jiyan kirî, bê encam nînin.
Bi serketina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xistiye, dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe.