Daxuyaniyên ji bo Helebçeyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin

Li Bakurê Kurdistanê, Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê li gelek bajaran, di salvegera komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyên hevpar dan. Di daxuyaniyan de, hat diyarkirin ku wê komkujiya Helebçeyê neyê jibîrkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê li gelek bajaran, di salvegera Komkujiya Helebçeyê de, daxuyaniyên hevpar dan.

 

Platforman di daxuyaniyên hevpar de, bal kişandin ser encamên komkujiyê û hat diyarkirin ku ew ê Helebçeyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, di salvegera Komkujiya Helebçeyê de, li Qada Bajêr a Wanê daxuyanî da.

 

Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

 

Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê jî di salvegera Komkujiya Helebçeyê de, li pêşiya avahiya DEM Partî daxuyanî da.

 

Her wiha Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li Kolana Hunerê daxuyanî da û kesên ku hatine kûştin, hatin bibîranîn.

 

Li Mêrdînê, Bakurê Kurdistanê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî daxuyanî da û merasîma bîranînê li dar xist.

 

Gelek nûnerên saziyên demokratîk û welatî tevlî bîranînê bûn.

 

Platforma Ked û Demokasiyê ya Rihayê jî li pêşiya Novada Park AVM'ê ya li navçeya Xelîliyeyê daxuyanî da.

 

Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mûrat Oruç daxuyanî da û got ku, li dijî Kurdan sûcê qirkirinê hatiye kirin.

 

Nûnertiya ÎHD'ê ya Çewlîgê li Qada Bajêr bi daxuyaniyekê, komkujiya Helebçeyê bi bîranîn.

 

Di daxuyaniyê de, pankarta "Me Helebçeyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" hate vekirin.

 

Li Edeneyê, Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûn a Hatayê, Mêrsîn û Enqereyê, komkujiya Helebçeyê bi bîranî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye