Çavkaniyekê ji nav Partiya Azadî ya Kurdistanê ji Nûçe TV re ragihand ku di êrîşa 19’ê vê mehê de ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li hember yek ji navendên Paratiya Azadî ya Kurdistanê hatibû kirin, fosfora spî hatiye bikaranîn.
Pêşmergeyên birîndar di bin çavdêriya bijîşkî de ne
Êrîş bi rêya dronên bombekirî hatibû kirin, di encamê de 9 Pêşmerge birîndar bibûn.
Wê çavkaniyê ji Nûçe Tv re got ku heta niha çend Pêşmergeyên birîndar di bin çavdêriya bijîşkî de ne, ji ber ku birînên wan giran in, lê birînên çend Pêşmergeyên din sivik bûn.
PAK: Divê Komara Îslamî ya Îranê bê cezakirin
Partiya Azadî ya Kurdistanê PAK’ê jî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku ji bo cezakirina Komara Îslamî ya Îranê li hember bikaranîna çekên qedexekirî, gavan bavêjin.