Tehliyeya Mehmet Sayilgan ê astengdar, cara 6’an hate taloqkirin

Tehliyeya Mehmet Sayilgan ku çavên wî ji sedî 80 nabînin cara 6’an hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 

Lijneya Îdare û Çavdêriyê, bi hincetên wek “di qawîşa alîgir de dimîne” û “Ji bo daxilî civakê bibe amade nîne” cara 6’an  taloq kir.

 

Di biryara taloqkirinê de wiha hate gotin: “Amade nîne ku tev li civakê bibe.''

 

Sayilgan diviyabû di 19’ê Adara 2024’an de bihata berdan lê hêj di girtîgehê de ye.

 

Bavê Sayilgan, Ramazan Sayilgan bertek nîşan da û got: “Tevî pêvajoyê jî tehliye tên astengkirin û ev nayê qebûlkirin. Bêyî ku delîl û şahidek hebe Mehmet hate girtin.

 

Mehmet Sayilgan ku di 14’ê Tîrmeha 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Wanê hate girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye