Bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dane Binarê Qendîlê, duh bi şev agirê Newrozê li çiyayên Qendîlê hate geşkirin.
Danê siharê jî bi sedan wesayît ji her çar beşên Kurdistanê berê xwe didan Qendîlê.
Pîrozbahiya cejna Newrozê beriya niha bi demeke kurt bi tevlîbûna hezaran kesî, bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyana şehîdan dest pê kir.
Piştî wê li qada Newrozê, agirê Newrozê ji aliyê malbatên Şehîdan ve hate pîxistin û bênavber dirûşmeyên ‘Newroz pîroz be, bijî Rêber Apo’ hatin berzkirin.
Bi hezaran kes ji her çar aliyên Kurdistanê li Newroza Qendîlê amade ne.
Di nava wan de bi dehan çalakvan, nunerên partî û alliyên siyasî, rêxistinên sivîl jî li qada Newrozê amade ne û bi coşeke mezin cejna Newrozê pîroz dikin.
Têvî hewaya sar û baranê jî, bi hezaran kes li qada pîrozbahiyê kom bûne.