Li Sine 2 Jîngeh Parêzên Kurd Jiyana Xwe Ji Dest Dan

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku du jîngehparêzên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

reset font size increase font size

Rêxistina Komeleya Mafê mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku di dema kontrolkirina agirê li Çiyayên Awyer ê Rojhilatê Kurdistanê de, ev jînegh parêz kontrol birîndar bûn.

Lê ji ber giranbûna birînên wan, jîngeh parêzên Kurd, Çiyako Yusifînijad û Xebat Emînî jiyana xwe ji dest dan.

Ev şewat li sînorê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di 24ê tîrmehê de derketibû.

Rêveberiya Komeleya Jîngeh Parêz a Şineya Nûjîn a Kurdistanê, Hemîd Mûradî û 4 endamên komeleyê yên bi navên Muhsîn Huseyîn Penahî, Xebat Emînî, Çiyako Yusifînejad û Mustafa Heja di dema kontrolkirina agir de birîndar bibûn û di destpêkê de Hemîd Mûradî jiyana xwe jidest dabû.

Piştî 3 rojan her du jîngeh parêz li nexweşxaneyê, ji ber birîna zêde ya şewatê, jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24