Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di derbarê êrîşê de ev agahî parve kir:
"Duh (Duşem 28’ê Tîrmeh) du kesên ku li motorsîklêtê siwar bibûn, bi çeka klaşînkovê êrîşî du endamên hêzên me kirin.
Êrîşa li dijî her du endamên me, li nêzî çerxerêya rojava ya bajarê Mensûra yê gundewarê rojhilatê kantona Tebqayê, li pêşiya dikaneke bazirganiyê pêk hat.
Di encama êrîşê de, her du endamên hêzên me birîndar bûn, sivîlek jî di wê kêliyê de li cihê bûyerê bû, birîndar bû."
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ev êrîş weke hewldaneke afirandina kaosê pênase kir, ji gelên herêmê re teqez kir ku dê sûcdaran bigrin û nehêlin tu alî aramiya herêmê xira bike.