Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç li ser girîngiya dayîna 'mafê hêviyê' ji bo rêberê damizrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxanidin kir.
Mazlûm Dînç diyar kir ku rola rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de girîng e.
"Ji bo birêz Ocalan karibe rola xwe bi cih bîne, divê karibe xwe bigihîne gel.
Divê birêz Ocalan karibe bi rêxistinê re têkiliyê bike.
Ji bo ku ev hemû bibe, divê azad bibe."
Mazlûm Dînç bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî û wiha got:
"Ev pêvajo gelekî krîtîk û girîng e. Her roj bûyerên gelekî cidî rû didin.
Ne tenê li hundir, li derve jî gelek hêz hene dixwazin vê pêvajoyê têk bibin.
Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê birêz Ocalan azad bibe."
"Nêzîkatiyeke bazariya siyasî derktiye pêş"
Mazlûm Dînç bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de têkildarî Abdullah Ocalan biryara 'mafê hêviyê' dabû û wiha domand:
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bicihanîna biryara 'mafê hêviyê' berpirsyar e.
Dema ku mijar dibe Birêz Ocalan, pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan dibe nêzîkatiyeke bazariya siyasî.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser erkên ku divê Meclisa Tirkiyê bike.
"Divê hemû partiyên siyasî yên li Meclisa Tirkiyê mijara 'Mafê Hêviyê' bixin rojeva xwe.
Divê sererastkirinên qanûnî yên pêwîst werin kirin".