Rêveberiya Tevgera Apoyî: Divê rewşa rêber Apo diyar bibe

Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera fesixkirina PKK'ê de, civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku divê gavên hiqûqî bi lez bên avêtin û rewşa Abdullah Ocalan diyar bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera yekemîn a kongreya fesixkirina PKK'ê de, li ser rewşa dawî a Pêvajoya Aştî û Civaka ​Demokratîk li Herêmên Parastinê yên Medyayê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mistefa Karasû û Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Sozdar Avesta, Tirkiya wê jî ji aliyê Mistefa Karasû ve hat xwendin.

Tevgera Apoyî: Ji bo çareseriya siyasî û hiqûqî me gelek gav avêtin

Rêveberiya Tevgera Apoyî da zanîn ku, ji bo ku ew îradeya xwe ya çareseriyê raber bikin, hêzên xwe derxistin derveyî sînorê Tirkiyê, û li Herêmên Parastinê yên Medyayê mewziyên şer vala kirine, çek şewitandine û endamê MÎTê berdane.

Tevgera Apoyî: Desthilat rast nêzî pêvajoyê nabe

Rêveberiya Tevgera Apoyî bal kişand li ser komîsyona meclisê û rapora wê û got:

“Tevî kêmasiyên wê jî, gavên dihatin payîn ku werin avêtin, hîn jî nehatine avêtin.”

“Çareseriya muxatabiya hiqûqî diyarkirina rewşa rêber APO ye”

Rêveberiyê da xuya kirin ku, ji bo ku pêvajoya çareseriyê ser bikeve, divê Abdullah Ocalan fermî weke muxatab were dîtin.

Rêveberiya Tevgera Apoyî di daxuyaniyê de hin gotinên rayedarên Tirkiyê bi bîr xist, ku dibêjin pêvajo baş dimeşe û got:

Rêveberiya Tevgera Apoyî di dawiyê de da zanîn ku, ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî bi tespît û teyînkirina danîna çekan ve girê didin, rastiyê îfade nakin.

Ev nêzîkatî serê raya giştî zêdetir tevlihev dike.

Piştî xwendina daxuyaniyê çivîna çapemeniyê bi pirsên rojnamevana bidawî bû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye