Di hevpeyvîneke dirêj de ku roja duşemê ji aliyê kovara The New Yorkerê ve hat weşandin, serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama li ser rola xwe ya siyasî ya di dema serokatiyê de û têkiliya xwe ya bi siyaseta Îsraîlê re axivî.
Barack Obama got ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hewl da wî razî bike ku li dijî Îranê şer bike.
Obama destnîşan kir ku wî rojekê jî bawer nekir ku vebijêrka leskeri dikare gefên rastîn ên ji aliyê deweta Îranê ve çareser bike û wiha domand:
"Ez bawer dikim pêşbîniyên min rast bûn.
Tevî ku piştî lêdana Îranê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hîn jî bi hevkêşeyên dijwar re rûbirû dimîne.”
Obama: Netanyahu tiştê ku dixwest bi dest xist
Di heman demê de Obama got ku Netanyahu dibe ku tiştê dixwest bi dest xistibe û wiha lê zêde kir:
“Lê ez guman dikim ku destekftiyên bidestxistî, ji bo welatiyên Îsraîlê yan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê baş bûn."
Obama her wiha bal kişand ser gefên Trump ên di destpêka nîsanê de yên ji bo tunekirina şaristaniya Îranê û wiha axivî:
"Ez bawer dikim ku divê serokatiya Amerîkî rêzgirtinek rastîn ji bo rûmet û şerefa mirovan nîşan bide, ne tenê di nav sînorên me de, lê li derveyî sînorê me jî."
Rojnameya New York Times di meha nîsana borî de hûrgiliyên civîneke girîng a ku di meha sibatê de di navbera Trump, Netanyahu û berpirsên payebilind ên ewlehiya neteweyî de pêk hatibû, eşkere kirin.
Di vê civînê de û li gorî heman çavkaniyê, berpirsên Îsraîlî planeke şer a ku armanca wê guhertina rejîmê bû, pêşkêşî Trump kirin û soza serkeftineke hema bibêje misoger û lawazkirina Îranê dan.