Li bajarê Kobanê pêvajoya tomarkirina Kurdên bênasname dewam dike.
Şaredara bajarê Kobanê Almaz Romî der barê mijarê de axivî.
Almaz Romî diyar kir ku di dema rêjîma Baasê de hejmareke mezin a Kurdan bê nasname hatibûn hiştin û wiha got:
Şaredara bajarê Kobanê anî ziman ku zêdeyî mehekê di ser pêvajoya tomarkirinê re derbas bûye û ev li gotinên xwe zêde kir:
"Çi kesên ku bê nasname ne, dikarin werin serî li şaredariyê bidin da ku navên xwe tomar bikin.
Heta niha 300 malbatan navên xwe tomar kirine û heta niha tomarkirin berdewam e."
Weke tê zanîn, di dema rêjîma Baasê de bi hezaran Kurdên li Sûriyê ji mafê welatîbûnê bêpar hatibûn hiştin.
Kurdên ku ne welatiyên Sûriyê bûn, bi navê biyanî yan jî "mektûm" dihatin pênasekirin.
Ji mafên xwe yên sivîl hatibûn pêparkirin.
Garantîkirina mafên gelê Kurd û naskirina hebûna wan, yek ji bendên Peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye.
Di vê çarçoveyê de, welatîbûn ji bo Kurdên ku biyanî dihatin naskirin, hat dayîn û navendên tomarkirina welatîbûnê hatin vekirin.