Gunduz: Ziman meseleya hebûn û tunebûnê ye

Sekreterê Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê Sînan Gunduz pêwîstiya perwerdeyê bi zimanê dayîkê nirxwand û da zanîn ku divê dewlet dest ji polîtîkaya xwe ya tekparêz berde.

reset font size increase font size

Sînan Gunduz destnîşan kir ku ziman ne tenê bi têlên deng derdikeve lê belê ziman cîhan, hebûn û tunebûna mirov e.

Gunduz diyar kir ku ji bo Kurdan perwerdehiya bi zimanê dayikê, ne tenê mafek e, meseleya hebûn û tunebûnê ye.

Sekreterê Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê got: "Divê dewlet dev ji vê polîtîkaya xwe ya tekparêz berde. Ji bo hawirdorekî demokratîk gavê biavêje û qanûnên xwe li gorî vê biguherîne.

Divê di hemû qadên jiyanê de zimanê dayikê were bikaranîn û zemîna vê ya qanûnî were avakirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye