NY: Hêzên piştgiriya lezgîn 2 hezar kes kuştine

Neteweyên Yekbûyî dibêje Li Sûdanê, Hêzên Piştigirya Lezgîn li bajarê el-Faşerê zêdetirî 2 hezar kes kuştine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistinên navneteweyî Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi pêkanîna komkujiyên tirsnak û kuştinên girseyî yê li el-Faşerê yên ku nêzîkî jenosîdê ne, tawanbar kirine.

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku Hêzên Piştigiriya Lezgîn li bajarê el-Faşerê di nav 4 rojan de zêdetirî 2 hezar sivîlên bêçek ku piraniya wan jin û zarok in kuştine.

Yekîtiya Ewropayê fikarên xwe li ser zêdebûna binpêkirinên li Sûdanê anî ziman û bang li hemû aliyan kir ku rageşiyê kêm bikin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Jim Risch, piştî bûyerên li el-Faşerê, daxwaza destnîşankirina Hêzên Piştgiriya Lezgîn wekî rêxistineke terorîst a biyanî kir.

Qeter piştgiriya Artêşa Sûdanê dike, li hember jî Îmarat piştgiriyê dide Hêzên Piştgiriya Lezgîn, her du alî jî hev bi komkujiyan sûcdar dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye