Di roja hevdîtina yekemîn de meseleya Ûkraynayê û bazirganîya Fransa-Çînê derketin pêş.
Emanuel Macron lîderekî navdar û Ewropî ye ku di dîplomasîya navneteweyî de herdem derdikeve pêş.
Macron vê carê jî ji bo hevdîtinên di asta herî bilind de çû Pekînê.
Macron li paytext Pekînê ji alîyê serokê Çînê Xi Jinping (Şî Jînpîng) ve hat pêşwazîkirin.
Di ajandaya hevdîtinê ya Macron de du nuqteyên giring cih digirin:
Yek ji van, alîkarîya Çînê ya ji bo pêkhatina aştîya li Ûkraynayê ye.
Ya din jî, têkiliyên aborîyê yên Çîn-Fransayê ne, ku piranî Çîn jê sûdê digire.
Macron di civîna xwe ya bi Jînpîng re bi van gotinan meseleya aştîya Ûkraynayê anî rojevê:
"Divê em xebata ji bo aştî û îstiqrara cîhanê û ya ji bo Ûkrayna û herêmên din ên di bin bandora şer de ne, bidomînin."
Lîderê Çînê jî got: "Çîn destekê dide hemû hewldanên aştîyê û ew hêvî dikin hemû alî wê peymaneke aştîyê ya mayînde îmze bikin."
Têkiliyên Aborîyê yên Çîn û Fransayê
Macron di meseleya bazirganîya di navbera herdu welatan de jî ev gotinên balkêş kirin:
"Pêwîstî heye ku Çîn zêdetir ji cîhanê berheman bikire û kêmtir berheman bifroşe cîhanê..."
Balansa bazirganîyê ya bi Yekîtîya Ewropayê bi qasî 357 milyar dolarî di lehê Çînê de ye.
Herwiha, Çîn 54 mîlyar dolar zêdetir berheman difroşe Fransayê.
Loma jî rêveberîyên Bruksel û Parîsê ji Çînê dixwazin zêdetir berheman ji wan bikire û da ku ev balanseke bazirgaînyê pêk were.