Serokê Amerîkayê Trump derbarê naveroka hevdîtinên bi Rûsyayê re daxuyanîyeke din da.
Trump got: "Encamên hevdîtina ji bo aştîyê ya li Moskovayê ne dîyar in.
Lîderê amerîkî duh heman hevdîtin bi gotinên "hevdîtineke maqûl" pênase kiribû.
Trump di axaftina xwe ya li Qesra Spî de ev gotin kirin:
"Ez nikarim bêjim ka çi encam ji vê hevdîtinê derket ji ber ku divê em bi du alîyan re jî dansê bikin."
Bi gotinên "dans" û "du alî" Trump îşaret bi pêdivîya qanihkirina Rûsya û Ûkraynayê dike.
Kremlînê di daxuyanîya xwe ya duh de ragihandibû, Putin hin pêşnîyazên Amerîkayê yên ji bo sekinandina şerê li Ûkraynayê qebûl kirîye.
Roja sêşemê nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner (Ceyrid Kûşner) bi Vladîmîr Putin re civîya bûn.
Di daxuyanîyên piştî civînê de hêvîyeke dorteng a ji bo sekinandina şerê li Ûkraynayê derketibû pêş.
Meseleya herî nîqaşbar a di muzakereyên Amerîka-Rûsyayê de derdikeve pêş, aqûbeta erdên Ûkraynayê ye ku ji alîyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin.
Rûsya dixwaze kontrola wê ya li ser erdên dagirkirî yên li rojhilatê welêt bê naskirin.
Herçî hikumeta Ûkraynayê ye, heta ji dest tê dixwaze kontrola Rûsyayê ya li rojhilat bisînor bike û bi navbeynkarîya Amerîka û Ewropayê garantîyên ewlehîyê bi dest bixe.