Venezuela ji aliyê petrolê ve di asta cîhanê de yekem e

Venezuela, di warê rezervên petrolê de yek ji welatên herî mezin ên cîhanê tê naskirin. Her wiha Venezuela ne tenê bi petrolê, lê di warê madenên kêmpeyda de jî dewlemend e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Venezuela ji hêla rezervên petrolê ve welatê herî mezin ê cîhanê ye.

Tevahîya rezervên petrolê yên welêt, nêzîkî 303 milyar bermîl e.

Cureyên petrolê yên herî baş û giran li vî welatî, tên dîtin.

Venezuela, rojane, 2 milyon û 355 hezar û 424 bermîl petrolê, hildiberîne.

Cihê wê yê di hilberîna petrolê de li cîhanê 12emîn e.

Venezuela, di heman demê de xwediyê rezervê mezin ê gaza xwezayî ye.

Rezerva gazê ya li vî welatî zêdetirî 6.3 trîlyon metrekab e.

Venezuela, ji aliyê çavkanîyên gazê ve li cîhanê di rêza 8'emîn de ye.

Venezuela yek ji mezintirîn kemerên zêr ên Amerîkaya Latîn e.

Ev welat, nêzîkî 8 hezar ton zêr weke rezerv dihewîne.

Li gorî bihayên bazarê yên heyî, nirxê zêr 500 milyar dolar,  derbas dike.

Her wiha axa Venezuelayê ji alîyê madenan ve jî gelek dewlemend e.

Ev taybetî, Venezûelayê, li cîhanê dike lîstikvanekî potansiyel a di aboriya pîşesaziya cîhanî de:

Kana Cerro Bolivar yek ji mezintirîn kana li Amerîkaya Başûr e.

Boksît, coltan, nîkel û fosfat, hin elementên din ên bin erdî yên vî welatî ne.

Ev metal, di serdema veguherîna dîjîtal û enerjiya paqij de wekî hebûnên stratejîk, tên dîtin.

Ji bilî petrol û madenan, Venezuela xwedî dewlemendiyeke xwezayî ye.

Deştên Lianos ên berhemdar xwedî yek ji rezervên ava şîrîn ên herî mezin ên cîhanê ye.

Avhewaya welêt destûrê dide hilberîna qehwe, kakao, genim û qamîşê bê kirin.

Nifûsa Venezuelayê nêzî 30 milyonan e

Venezuela bi rûbera xwe ya 912 hezar kîlometreya cargoşe ye, welatekî mezin ê Amerîkaya Latîn e.

Venezuela, li berava Deryaya Karayîbê ye û nêzîkî bazarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Amerîkaya Navîn û Kanala Panamayê ye.

Ev taybetîyên stratejîk, welêt li herêmê dike ciyekî stratejîk.

Venezuela di sala 1498`an de keşf bûye

Venezuela, di sala1498`an de ji hêla Kristof Kolumbus ve hate keşfkirin.

Kolumbus û hevalên wî, xanîyên herêmî yên li ser stûnên darîn ên li ser avê hatine çêkirin, dîtin.

Ev yek jî bû sedem ku ew navê herêmê "Venezuelayî" (Veneziya Biçûk) lê bikin.

Çîrokeke din dibêje ku navê "Venezuela" ji navê eşîreke herêmî hatîye.

Lêbelê çîroka herî zêde bawerî jê tê kirin, çîroka ewil e ku xwe dispêre Krîstof Kolombûs.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye