Duh Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di derbarê rewşa dawî ya şerê di navbera DYA û Îranê de postek weşand.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku di operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de, 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin.
Her wiha 5 leşker jî bi giranî birîndar bûne.
Wê di daxuyaniyekê de bi rêya "X"ê zêde kir ku hejmareke din jî bi awayekî sivik birîndar bûne.
Ew jî niha di pêvajoya vegerandina xizmetê de ne.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê tekez kir ku operasyonên şer ên sereke berdewam dikin û hewldanên bersivdayînê hîn jî didomin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump soza tolhildanê da
Piştî ragihandina kuştina 3 ji leşkerên Amerîkî serokê Amerîkayê daxuyaniyek da.
Serokê DYA'yê Donald Trump ji bo kuştina sê leşkerên Amerîkî di şerê li dijî Tehranê de soza tolhildanê da.
Di axaftineke televîzyonî de Trump got ku mixabin, îhtîmal e ku qurbaniyên zêdetir hebin û wiha lê zêde kr:
“Lê Amerîka dê tola mirina wan hilîne û dê derbeya dawî li terorîstan bide.”
Roja şemiyê di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê de şer derket.
Îranê duh êrîşên kujer li ser Îsraîl û welatên Kendavê pêk anîn, piştî ku soz da ku tola kuştina Rêberê Bilind Elî Xamineyî hilîne.